Fermandarê Alman: Pêsmerge hêzeke profesyonel e, em dixwazin pistevaniyê bidomînin

16 September 2022 19:04 0 dîtin
Fermandarê Alman: Pêsmerge hêzeke profesyonel e, em dixwazin pistevaniyê bidomînin

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Almanya yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Albay Eko beşdarî merasîma derçûna hêzên Pêşmerge bû.

Fermandarê Hêzên Alman got, hêzên Pêşmerge hêzeke profesyonel e û Wezareta Pêşmerge ji bo reforman pêngavên baş avêtine û diyar kir, ew dixwazin piştevaniya Kurdistanê berdewam bikin.

Fermandarê Hêzên Almanya yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Albay Eko ku beşdarî nimayîşa derçûyên  Pêşmerge yên xula dehem a Fermandariya Barzan bû ragihand: “Bi nêrîna min, Pêşmerge hêzeke profesyonel e û ez agahdar im ku Wezareta Pêşmerge pêngavên baş ji bo çaksaziyê avêtine.”

Fermandarê Alman herwiha got: “DAIŞ hîn jî li Kurdistan û Iraqê gefê dixwe. Loma eger siyasetmedarên Almanyayê rê bidin, em ê piştevaniya Kurdistanê berdewam bikin.”