Di êrîsên balafirên rûsî de 4 çekdar hatin kustin, 11 jî birîndar bûn

26 September 2021 20:54 0 dîtin
Di êrîsên balafirên rûsî de 4 çekdar hatin kustin, 11 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşên asmanî yên balafirên rûsî de ku bi ser gundewarên Efrînê de pêkanîn, hejmarek çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin kuştin û birîndar kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê bingehên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê yên bi ser wê ve li gundên Berad û Meuyremîn ên Efrînê bomebebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di bomebebarana li gundê Beradê de 4 çekdarên Furqet El-Hemzat hatin kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûn.

Herwiha piştî wan êrîşên asmanî ku bi ser çend deverên Idlibê de jî berdewam kirin, medya Tirk ragihandiye ku karwaneke mezin a artêşa Tirkiyê ber bi Idlibê ve bi rê ketiye.

Hêjayî gotinê ye, 29ê vê mehê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi mijara Idlibê dicivin ku Rûsya Tirkiyê rexne dike ku komên terorîst li gorî soz dane ji Idlibê dernexistine.