Pistî êrîsa Idlibê sewqiyata leskerî zêde bû

28 February 2020 20:03 0 dîtin
Pistî êrîsa Idlibê sewqiyata leskerî zêde bû

PeyamaKurd – Piştî ku şevê din 33 leşkerên Tirkiyê di êrîşeke asmanî de li Idlibê hatin kuştin, artêşa Tirkiyê sewqiyata xwe leşkerî bo herêma Idlib a Sûriyê zêde kir.

Hat ragihandin ku bêrawestan veguhestina hêzên leşkerî bo Idlibê berdewam dike û îro 28ê Sibatê jî karwaneke wesayîtên leşkerî ji ser bajarê Dîlokê ve ber bi Reyhanli û Idlibê bi rê ketin.

Hat zanîn ku karwaneke ji 15 wesayîtên leşkerî pêk tê ji bo derbasî nav sînorên Sûriyê bibe ketiye rê ku ji ber windayên leşkerên tirk ew karwan bi alên Tirkiyê hatiye pêşwazîkirin.