Pistî êrîsa Idlibê derî hatin vekirin, penaber xwe li sînorên Ewropa dixin
PeyamaKurd - Tirkiye piştî êrîşa Idlibê ya şeva borî ku 33 leşker hatin kuştin û 8 jî bi giranî birîndar bûn, sînorê xwe ji welatên Yekîtiya Ewropayê re vekir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha jî çend caran gefa şandina penaberên Sûrî welatên ewropî xwaribû.
Piştî êrîşa şevê din jî berpirsên Tirkiyê ji medya cîhanê re ragihandine ku derî bo penaberan hatine vekirin.
Bi taybet li bajarê Stenbolê ji şevê din ve qefle qefle penaberên Sûriyê ber bi sînorên Yunanistan û Bulgaristanê ve diçin ku nayê zanîn bê wê aqubeta wan çi be.
Li gorî rayedarên êdî ew nikarin pêşî li çûna koçberan bo Ewropayê bigirin û dê ji bo 72 demjimêran sînorên xwe yên bi Ewropayê re li pêşiya penaberan vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin