SOHR: Di êrîsa Rûsya ya ser Idlibê de 22 kes hatin kustin û birîndarkirin

08 September 2022 20:24 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa Rûsya ya ser Idlibê de 22 kes hatin kustin û birîndarkirin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR)  ragihand ku di encama êrîşên asmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê bi ser Idlibê de, 7 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdurehman ji ajansa AFPê re daye xuyakirin, ji ber bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê ya dikeve bakurê rojavayê Sûriyê, 7 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Rûsyayê hin taxên parêzgeha Idlibê kirine armanc ku ji kesên hatine kuştin 4 ji wan sivîl in.