SOHR: Di êrîsa Tirkiyeyê de 2 lesker hatin kustin
PeyamaKurd- Ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hat ragihandin ku nêzikî bajarê Minbicê yê Suriyeyê, di encama bombardûmana Tirkiyeyê de herî kêm 2 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin.
Ji aliyê SOHRê ve hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê li Gundê Tuxarê yê Minbicê xaleke leşkerên rejîma Suriyeyê bombardûman kiriye û hat diyarkirin ku di encama vê yekê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
SOHRê ragihand ku ji ber birînên hin leşkeran giran in, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin