Almanyayê bang li endamên YE kir: Pistevaniya xwepêsandanên li Îranê bikin

27 September 2022 13:30 0 dîtin
Almanyayê bang li endamên YE kir: Pistevaniya xwepêsandanên li Îranê bikin

PeyamaKurd – Almanya daxwazê ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dike ku piştevaniya xwepêşandanên li Îranê bikin.

Li gor ajansa Almanî DPA diyar kir, Wezîra Karên Derve ya Almayayê Annalena Baerbock daxwaz ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kiriye, da ku bi her awayî piştevaniya xwepêşandanên li Îranê yên ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine, bike.

Herwiha Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock daxwaz ji YEyê kiriye, ji ber kiryar û helwestên tund û hovane yên rejîma Îranê li dijî welatiyan, dorpêçên gelek dijwar bi ser Îranê de bisepîne.