Erdogan, bang li hilbijêran kir: Biçin ser sindoqan!

19 May 2023 14:30 0 dîtin
Erdogan, bang li hilbijêran kir: Biçin ser sindoqan!

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, spasiya hilbijêrên li derveyî welat ên ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de çûne ser sindoqan kir û bang li wan kir ku ji bo gera duyem, car din biçin ser sindoqan.

Namzedê Tifaqa Cûmhûrê yê Serokomariya Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bang li hilbijêrên li dervayî welêt kir û xwest ku car din biçin ser sindoqan.

Erdogan di banga xwe de wiha got:

"Welatiyên min ên li dervayê welêt dijîn, me gera yekem a hilbijartinên ku we bi rêjeya beşdariyê sindoqên hilbijartinê teqandibû bi serkeftî bi dawî kir.”

Erdogan da zanîn ku hilbijêrên li derve tevî hemû zehmetiyan erkên xwe yên sivîl bi awayekî herî baş bi cih hanîne, tevî zextan çûne ser sindoqan, keremeke mezin nîşanî wî û Tifaqa Cûmhûrê dane û banga xwe bi vî awayî berdewam kir:

“We hêza demokrasiya Tirkiyeyê xurt kir. We em hemû wekî milet serbilind kirin. Her yek ji we berê navê xwe di dîroka me ya siyasî de bi tîpên zêrîn nivîsandiye."

Recep Tayip Erdogan bal kişand ku ji ber vê helwesta rast, demokratîk û biaqilane ya hilbijêrên li derveyî welêt ji dil spasiya xwe nîşan da û wiha got:

"Niha gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê li pêşiya me ye. Li derveyî welêt û li deriyên gumrikan dê sibê (20ê Gulanê) proseya dengdanê dest pê bike. Ez ji we hêvî dikim ku hûn careke din li ber xwe bidin. Ez hêvî dikim ku em ê bi wijdaneke paqij ji vê ceribandinê derkevin."