Azerbeycan: Ji çeperên Ermenistanê bi çekan li çeperên leskerî yên Azerbeycanê xistin
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê ragihand ku ji çeperên leşkerî yên Ermenistanê li çeperên Azerbeycanê yên leşkerî xistine. Çeperên Azerbeycanê yên ketine ber êrîşa Ermeniyan yên li Nahiçivanê ne.
Li gor ragihandina wezareta berevaniya Azerbeycanê; yekîneyên leşkerî yên Ermenistanê seet di 13.55an de li çeperên li bajarê Sederekê xistine. Wezaret dibêje ku tedbîrên êrîşên wan sitendine.
Azerbeycan radigihîne ku di nav 2 rojên dawiyê de ev cara sêyeme hêzên Ermenistanê li çeperên Azerbeycanê dixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin