Ermenîstan: Ger Azerbaycan îradeya siyasî nîsan bide em ji bo peymana astiyê amade ne

04 March 2024 11:20 0 dîtin
Ermenîstan: Ger Azerbaycan îradeya siyasî nîsan bide em ji bo peymana astiyê amade ne
PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan diyar kir ku heke Azerbaycan heman îradeya siyasî nîşan bide û bixwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re normal bike, Ermenîstan amade ye bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bike.

Kostanyan diyar kir ku Ermenîstan dixwaze têkiliyên xwe yên bi Azerbaycanê re li ser esasê prensîbên ku berê di navbera her du aliyan de li ser li hev kiribûn normal bike.

Kostanyan di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de ji Reutersê re axivî û got, "Li vir îradeya siyasî û rêberî heye." Kostanyan got, "Eger aliyê Azerbaycanê bi rastî jî dixwaze aştiyê pêk bîne, divê em prensîbên ku berê li ser lihevkirine (li ser kaxizê) pêşkêşî rêberên welat bikin û îmzeya wan bistînin."