Rûsya: NATO dixebite da hevdîtinên astiyê asteng bike

21 February 2025 23:28 0 dîtin
Rûsya: NATO dixebite da hevdîtinên astiyê asteng bike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku sekreterê giştî ya NATOyê Mark Rutte dixebite da hevdîtinên aştiyê yên navbera Rûsya-DYAyê asteng bike û got:

“Hinek endamên NATOyê tevlî fikrên Rutte nabin û naxwazin pere bidin bo çekdarkirina Ûkraynayê.”

Wezareta karên derve ya Rûsyayê di daxwuyaniya xwe de got ku Lavrov piştî civîna li Afrîka Başûr ya G20an civîna çapemeniyê kiriye û gotiye ku ji encama civîna G20an raziye û weha dewam kiriye:

“Rojavayî nikaribûn Ûkraynayê bixin rojeva civîna G20an û bi ser neketin. Bi sed milyar dolarî desteka leşkerî dan Ûkraynayê. Dikaribûn van peran di bernamên desteka heyatî yên li welatên Afrîka de xerc bikin.”

Lavrov, li ser hevdîtinên Rûsya-DYA yên li Erebistana Sa’ûdiyê, behsa tewrê sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte kir û got:

“Rutte ne wekî memûrekî temamê endamên hevkariya NATOyê lê weka serokekî xwurt yê dewletekî tevdigere. Ew seredana welatên endamên NATOyê dike û daxwaz dike ku muzekereyên aştiyê asteng bikin. Li gor agahiyên di destê me de; Rutte ji Zelendkiy dixwaze heya muzakereyan bi tundî raweste, qelsiyê nîşan nede û rewşa xwe sist neke. Rutte karê xwe bi xerabî bikartîne.”

Lavrov got ku hemkarên welatên dost yên bo Rûsyayê, hevdîtinên Rûsya-DYAyê bi erênî qebûl dikin lê ev nayê vateya ku pirsgirêkên navbera Rûsya û welatên Rojava qediyane. Destpêkirina şêwran û dagera ser pêvajoya normal, ji aliyê herkesê de tê qebûlkirin û bi rizamendî qebûl dikin.