Hevdîtinên astiyê yên Ukraynayê li Swîsreyê destpê dikin: Rûsya tune!

13 April 2024 15:31 0 dîtin
Hevdîtinên astiyê yên Ukraynayê li Swîsreyê destpê dikin: Rûsya tune!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku hikûmeta Swîsreyê wê di meha Hezîranê de ji bo aştiya li Ûkraynayê pêk were konferanseke bilind a du rojan pêk bîne. Li aliyê din Rûsyayê jî bi awayekî eşkere diyar kir ku ew ê beşdarî vê pêngavê nebin.

Konferans wê di navbera 15-16ê Hezîranê de li havîngeha Bûrgenstock a kantona Nîdwalden a li derveyî bajarê Lûzernê bê lidarxistin.

Swîsreyê di meha Çile de ragihandibû ku li ser daxwaza Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ew ê mazûvaniya lûtkeya aştiyê bike û ji wê demê ve ji bo ku piştgirî ji YE, welatên endamên G7 û welatên wekî Çîn û Hindistanê werbigire, danûstandinan kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Bundestag ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê ji bo lidarxistina konferanseke bilind a navneteweyî têra xwe piştgirî heye."

Konferans wê di navbera 15-16ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Armanca konferansê ew e ku çarçoveyek ji bo aştiyek berfireh û mayînde li Ukraynayê çêbike û herwiha "nexşeya rê ya berbiçav ji bo beşdarbûna Rûsyayê di pêvajoya aştiyê de."