Blinken: Divê sivîlên Filistînî karibin vegerin malên xwe

08 January 2024 10:47 0 dîtin
Blinken: Divê sivîlên Filistînî karibin vegerin malên xwe

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Şêx Muhammed Bin Abdulrahman Al Sanî re li dar xist de got, "Divê sivîlên Filistînî di demeke nêz de karibin vegerin malên xwe. Nikarin zextê li wan bikin ku ji Xezzeyê derkevin û divê zext neyê kirin."

Antony Blinken diyar kir ku êrîşên Hûsiyên li Yemenê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Derya Sor "zerar gihandiye mirovên li çaraliyê cîhanê" û got, "Zêdeyî deh welatan eşkere kirin ku Hûsiyên wê ji êrîşên pêşerojê berpirsyar bin."

Blinken bal kişand ser 2 rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê da hatin kuştin, kuştina rojnamegeran wek "trajediyeke ku nayê xeyalkirin" nirxand û got, nûçegihanê wêneyan Hamza Dahdouh ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, kurê Serokê Buroya El Cezîre ya Gazzeyê Waîl Dahduh e ku di êrîşên Îsraîlê yên 26ê Cotmehê de hevjîn, keç û neviyê xwe winda kir û meha borî birîndar bû. "Ez nikarim tirsa ku wî jiyaye xeyal jî bikim. Ne carekê, niha cara duyemîn".

Al Sanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cîhan bi dîmenên bi êş ên sivîlên li Xezzeyê tên ecibandin û wiha got: "Ev ji bo mirovahiyê ceribandinek mezin e."

Ji bilî vê, Al Sanî da zanîn ku wî û Blinken li ser hewldanên ji bo agirbesta li Şerîda Xezzeyê û azadkirina girtiyan gotûbêj kirin.