Plasschaert li NY axivî: Divê hilbijartinên Iraqê neyên pasxistin

25 August 2021 20:42 0 dîtin
Plasschaert li NY axivî: Divê hilbijartinên Iraqê neyên pasxistin

PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li New Yorkê beşdarî civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî û derbarê Iraqê de gotarek pêşkeş kir.

Hennis-Plasschaert di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên Iraqê û got ku paşxistina hilbijartinên Iraqê ne di sûda Iraqê de ye û divê hilbijartin were kirin.

Nûnera Taybet NYê ya li Iraqê diyar kir, hilbijartinên vê carê yên Iraqê, ku 10ê Cotmeha îsal tê kirin, dê ji hilbijartinên din cuda be û da zanîn, di hilbijartinên vê carê de wê gelek karmendên NY kar bikin û wê hejmara wan pênc beramberî hilbijartinên berê be.

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir, paşxistina hilbijartinan û vekişîna ji hilbijartinan di sûda Iraqê de nîne û divê ew hilbijartin bên kirin.