Sanda Kurdistanî li Cinêvê besdarî civînan dibe

25 April 2022 15:59 0 dîtin
Sanda Kurdistanî li Cinêvê besdarî civînan dibe

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku Şanda Kurdistanî dê beşdarî civînên 26-27ê Nîsanê yên Cinêvê bibe. Biryar e Şanda Kurdistanî di derbarê rêkeftinên mafên mirovan û êşkenceyê de civîneke berfireh li dar bixe.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şanda Hikûmeta Iraqê, beşdarî civînên li Cinêvê dibin. Di civînên ku dê bên kirin de dê di derbarê rêkeftina pêşîlêgirtina êşkenceyê û nêzîkahiyên nebaş ên li hember mirovahiyê guftûgo werin kirin. Hat zanîn ku dê nîqaş bi taybetî li ser raporta Hikûmeta Iraqê ya êşkence û mafên mirovan werin kirin.