Washington Post: DYAyê li Bexrayê serkirdeyekî Hûsiyan kust

06 August 2024 15:43 0 dîtin
Washington Post: DYAyê li Bexrayê serkirdeyekî Hûsiyan kust

PeyamaKurd - Rojnameya Washington Postê ragihand ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA yên li Iraqê, li paytext Bexdayê, serkirdeyekî Hûsiyan ku li gel komek çekdar di amadebûna hêrişkirina li dijî baregehên DYAyê de bûn kuşt.

Washington Postê diyar kir ku DYAyê, li nêzîkî Bexdayê, li dijî komek çekdarên koma Ensarullahê ya girêdayî Hûsiyan hêrişek pêk anî û di encama vê hêrişê de serkirdeyekî Ensarullahê ku pisporê çêkirina dronan bûye hatiye kuştin.

DYAyê şeva borî aşkere kir ku baregeha leşkerî ya DYA ya Eyn Esedê ya li rojavayê Iraqê rastî hêrişeke mûşekbaranê hatiye û di encamê de hejmareke serbazên wan birîndar bûne.

Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya DYAyê ku li parêzgeha Anbarê yê li rojavayê Iraqê ye, beriya niha jî rastî gellek hêrişên komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê ne.

Ji 17ê Cotmeha 2023yan heta 25ê Tîrmeha îsal, li dijî vê baregehê, zêdetirî 170 hêriş pêk hatin.