Gallant ji bo çareserkirina çeknesandina DYAyê serdana Washingtonê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji bo şerê li Xezzeyê û angaştên 'çekneşandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) binirxîne diçe DYAyê.
Di demeke ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ragihand ku DYA çekên ji bo şerê bi Hemasê re ji Îsraîlê pêwîst in naşîne û nîqaşên li ser vê mijarê gurr bûn de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant serdana DYAyê dike. Gallant, di daxuyaniya xwe ya beriya çûna DYAyê de got: "Pêwendiyên me yên bi DYAyê re, îro, ji her demê bêtir girîng in."
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Gallant di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya DYAyê de, wê bi Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin, Wezîrê Derva Antony Blinken û hin rayedarên payebilind re bicive.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtinên Gallant de wê hêrişên Îsraîlê yên li dijî Hemasê, geşedanên li ser sînorê bakurê Îsraîlê ku li wê deverê pevçûnên bi Hîzbullahê re didomin, serbestberdana dîlên Îsraîlê yên ku di destê Hemasê de ne û hevkariya DYA û Îsraîlê bêne gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin