Tirkiye bertekê nîsanî Washington Postê da: Ev skandal e

04 July 2019 00:41 0 dîtin
Tirkiye bertekê nîsanî Washington Postê da: Ev skandal e

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalın li ser mijara ku rojnama Amerîkayê Washington Post nivîsa rêvebirê PKK ê Cemîl Bayık belav kir, rexne li rojnamê kir û weha got:

“Weşandina nivîsa endamekî terorê ji aliyê Washington Postê de skandal e. Washington Posta ku bi sedema terorîste, bo serê wî xelat hatiye danîn, propaganda terorê dike û qanûnên Amerîkayê binpê dike. Serokê rêxistineka terorê weka temsîlkarê Kurd nîşandayîn ji Kurda re heqaret e. Ne mumkune ku vêya bi azadiya çapemeniyê îzah bike.”

Cemîl Bayık ji Washington Postê re gotarekî nivîsandibû, tê de gotibû dê Tirkiyê biguhêrin û bikin welatekî bêhtir demokratîk.