AFP: Amerîkayê dest danî ser hemû pereyên banka navendî ya Afganistanê

17 August 2021 19:09 0 dîtin
AFP: Amerîkayê dest danî ser hemû pereyên banka navendî ya Afganistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Amerîka piştî Talîbanê temamê Afganistanê xist kontrola xwe dest daniye ser hemû pere û hebûnên banka navendî ya Afganistanê.

Rayedarekî Amerîkî ji AFPê re daye xuyakirin, “ Wê ti pere û hebûnên hikûmeta Afgan a banka navendî yên li Amerîkayê bi ti aweyî nedin Talîbanê.”

Hêjayî gotinê ye, piraniya pereyên banka navendî ya Afganistanê li derveyî welat dihat girtin ku piranî jî li Amerîkayê bû.

Li gorî daneyên Fonda Navdewletî ya Diravan (IMF) rezerwa Banka Navendî ya Afganistanê li gorî dawiya meha Nîsanê 9,4 milyar dolar bûye.

AFPê ragihandiye ku wê Amerîka wekî li hikûmeta Venezuela û çend welatên din kiriye, bikare rê li ber alîkariyên IMF û Banka Cîhanî bo Afganistanê bigire.