Çekdaran hemû endamên malbatê revand û dest danî ser mal û milkê wan

12 June 2020 19:15 0 dîtin
Çekdaran hemû endamên malbatê revand û dest danî ser mal û milkê wan

PeyamaKurd – Li Efrînê kiryarên binpêkirinan, kuştin, revandin û talana ji aliyê komên çekdar ve berdewam dike. Hat ragihandin ku piştî malbateke Efrînî ya 5 kesan hatiye revandin çekdaran dest daniye ser mal û milkê wan.

Li gorî malpera Afrinpostê 7ê Hezîranê, çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê endamên malbatekê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi hinceta ku têkiliya wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re heye revandin.

Afrînpostê ragihandiye ku ji malbatekê tevî jin û mêrên bi navên; Osman Mecîd Nisan û hevjîna wî Zeyneb û 3 zarokên wan jî hatine revandin.

Herwiha piştî revandina wan jî doh 11ê Hezîranê çekdaran dest danîye ser mala Osman Nisan û mal û milkên wan talan kirine.