Çekdaran zêr û pereyên wan dizîn û 5 endamên malbatê revandin

26 April 2020 16:06 0 dîtin
Çekdaran zêr û pereyên wan dizîn û 5 endamên malbatê revandin

PeyamaKurd – Komeke çekdar a girêdayî artêşa Tirkiyê li Efrînê, doh 25ê Nîsanê 5 kes ji malbatekê revand û pere û zêrên wan jî dizîn.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, doh 25ê Nîsanê, koma çekdar a bi navê Mihemed El Fatih bi ser mala Rifet Sîdo (Rifet Xazyana) de girt, piştî dizîna dora 5 hezar Dolar pere û zêr, Rifet Sîdo û hevjîna wî û 3 kurên wî revandin.

Rêxistinê da zanîn ku berî niha jî Rifet Sîdo ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin û rastî îşkenceya hovane hatibû û ji ber wê îşkenceyê hê jî nexweş e.

Rêxistina Mafên Mirovan da xuyakirin, li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa, koma çekdar Feyleq El Şamê welatiyê bi navê Şewket Sîdo û hevjîna wî ji mala ku kirê kirine der kirin û malbateke Ereb li şûnê bich kirin.

Dîsa koma Ehrar El Şerqiye jî êrîşî ser navenda Buhar a hawarçûnê kir û hemû karmend jê der kirin û li rêvebirê wê Dr. Ebdulrezaq Derwîş dan û hemû mase, kursî û komputerên navendan şikandin.

Herwiha 24ê Nîsanê jî li bajarokê Şera komeke çekdar nîvro bi ser mala welatî Elî Riza de girtibû û 1.5 milyon Lîreyên Sûrî û 15 tenekeyên zeytê talan kiribûn.

Hefteya borî jî pîrejina 80 salî Fatime Îbrahîm Kinê û kalemêrê 74 salî Elî Ehmed di bin îşkenceya çekdaran û malbatên wan de hatibûn kuştin.