Baregeha Barzanî: Raperîn encama yekrêzî û têkosîna hemû aliyên Kurdistanî ye…

06 March 2023 21:30 0 dîtin
Baregeha Barzanî: Raperîn encama yekrêzî û têkosîna hemû aliyên Kurdistanî ye…

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî, îro 6ê Adarê ji bo salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Bargeha Barzanî ragihand, cihê mixabiniyê ye ku di bîranîna Raperînê de hizb û aliyên siyasî û alîgirên wan, hewla wê yekê didin ku vê bîranînê bikin hizbî û her yek bi awayekî, xwe wek xwedî û encamderê Raperînê bi nav bikin.

Baregeha Barzanî destnîşan kir: “Raperîn encama yekrêzî û têkoşîna hemû aliyên cemawer û aliyên nav bereya Kurdistanî û Pêşmerge û rêxistinên nihênî û hemû çînên cuda cuda yên Kurdistanê û berdewama xebateke dûr û dirêj û berdewam a gelê Kurdistanê bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotn: “Peyam û armancên Raperînê bilind û giranbiha û niştimanî û netewî ne û nabe bi hizbî û biçûk were kirin û ji wate û cewher were betalkirin. Raperîn bi ked û westan û hewla hemû aliyan bi ser ket, loma xwedî û encamderê rasteqîn a wê bûyera mezin û Kurdistanê, bi hemû hizb û alî û kesayetî û welatiyan e.”

32 sal berê çiraya azadiyê hat vêxistin: Raperîna Gelê Kurdistanê dest pê kir