Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî haveynê serkeftina Raperînê bû...

05 March 2023 12:52 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî haveynê serkeftina Raperînê bû...

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera 32yemîn a Raperîna Gelê Kurdistanê de, peyamek belav kir û ragihand: “Divê hemû pêkhate, hêz û aliyên siyasî dersa serketinê ji Raperînê werbigirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera destpêka Raperînê Gelê Başûrê Kurdistanê ya Ranyayê got: “Yekrêzî hêvana serkeftina Raperînê bû ku hemû destkeftên gelê Kurdistanê di warê azadî, parlamento, hikûmet, federalî û yekkirina mafan di Destûra Iraqa Federal de bi dest xist.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Niha jî divê gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate, hêz û aliyên siyasî ve ji dersa serketinê ji Raperînê werbigirin. Divê yekrêzî, hevgirtin, hevpejirandin û xebata hevpar bikine havêna serkeftinê û paşerojeke baştir ji bo gelê me.”

32 sal berê çiraya azadiyê hat vêxistin: Raperîna Gelê Kurdistanê dest p