Nêçîrvan Barzanî: Heger yekrêzî tunebe, dê zirar bigihîje Herêma Kurdistanê

27 September 2023 17:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Heger yekrêzî tunebe, dê zirar bigihîje Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Kongreya Asayî ya YNKê ya 5emîn de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku hêz û mayîna wan, bi yekrêziyê ve girêdayî ye.

Nêçîrvan Barzanî, di Kongreya Asayî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi beşdariya 600 delegeyan li hêwana kongreya Henarê Huner a bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin de axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê, di axaftina xwe de behsa nakokiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNKê, hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê jî kir û got,

“Ez hêvîdar im kongre encamên sûdmend ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne. Hêz û jiyana me hemûyan bi yekrêziya me ve girêdayî ye û berovajî wê, ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de bang Serokê YNKê Bafîl Talebanî kir û got, “Ez kêfxweş im ku beşdarî merasîma vekirina pêncemîn kongreya YNKê bûm û ez pîrozbahiyê li hemû endam û karmendên YNKê dikim.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku YNK bîranîna Mam Celal e û divê bi heman rih, bîr û hizir li ser heman rêyê berdewam be û bi yekdengî pirsgirêkan çareser bike.

Her wiha Barzanî bal kişand li ser girîngiya YNKê di siyaseta Kurdistanê de û got,

“YNK di azadkirina Herêma Kurdistanê de xwedî roleke girîng e. YNK ligel PDKê yek ji wan du hêzên sereke ye ku li Herêma Kurdistanê ezmûnên xwe ava kirine. YNK niha li Herêma Kurdistanê ye û yek ji hêzên herî bibandor ên li Iraqê ye. Ezmûna YNK û PDKê ya bi hev re karkirinê îsbat kiriye ku tehemula hevgirtin û hevkariya Serok Mesûd Barzanî û Serokê nemir Mam Celal serkeftî ye."

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku mayîna Herêma Kurdistanê bi yekrêziya aliyên siyasî ve girêdayî ye û li ser vê mijarê wiha got:

“Serkeftina serhildanê û avakirina federalîzmê encama rasterast a hevkarî, pêkvejiyan û biratiyê ye, niha tenê rêya mayînde û parastina destkeft û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yekrêzî û karkirina li gel Bexdayê ye. Heger nebe dê zirarê bide Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku nakokiyên aliyên siyasî asayî ne, lê divê hemû berjewendiyên xwe yên hevbeş ji bo parastina Herêma Kurdistanê û destkeftên wê bikin yek û diyar kir ku Herêma Kurdistanê tevî hemû kêmasî û xeletîyên xwe, ezmûneke baş li herêmê nîşan da û rêz li Îraq û cîhanê da.

“Divê hemû alî ji bo vê bixebitin”

Barzanî amaje bi hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê jî kir û got, "Hilbijartinên ku prensîba bingehîn a rewatiya serwerî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye, di serî de be û hemû aliyên siyasî ji bo vê yekê bixebitin. Divê di sibata bê de bi awayekî serketî were lidarxistin. Kurdistaneke bihêz û bihêztir, dikare ji hemû Iraqê baştir xwedî rol û bandor be û mafên xwe yên destûrî biparêze."

“Bila bûdce û mûçe, wekî wekî dîlên siyasî neyên bikaranîn”

Nêçîrvan Barzanî got, kêşeyên ku Herêma Kurdistanê rû bi rû maye, pêwîst e hemû alî nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dijî Bexdayê bibin yek. Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên girêdayî Iraqê li gorî destûrê çareser bike. Nabe bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê wekî dîlên siyasî bên girtin."