Ji Nêçîrvan Barzanî serdana yekrêzîyê bo aliyên siyasî yên Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya mijarên pêwendiyên ligel Bexdayê, nivîsandina Destûra Bingehîn a Herema Kurdistanê û yekîtiya siyasî ya navmala Kurd de serdana Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Komunistên Kurdistanê û Partiya Kedkarên Kurdistanê kir.
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi serokê Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê Bapîr Kamala, sekreterê Partiya Komunistên Kurdistanê Kawa Ebdulla û hevserokê Partiya Kedkarên Kurdistanê Belên Ebdulla re cuda cuda hevdîtinek pêk anîn.
Di civîna ku Cîgirê Serokê Herema Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir jî amadehî kir de, rewşa navxweyî, gefên niha û pêşerojê yên li ber Herêma Kurdistanê, pêşhatên Iraqê bi giştî, yekrêzî û nivîsîna destûr, peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê hatin gotubêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî pêzanînên xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê wekî sîwana komkirina hemûyan û hewlên wê yên ji bo yekrêziya di navbera alî û pêkhatên Kurdistanê derbirîn û dûpat kirin ku mîsogeriya parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û derbasbûna ji dijwariyan, tebayî û yekrêziya alî û pêkhatên Kurdistanê ye anîn ziman.
Ji bilî xistinerûya nêrîn û têbîniyên wan yên li ser tevahiya pirsan û rewşên bi giştî, hemû aliyên siyasiyan hevkarî û piştgîriya xwe ya ji bo hewl û hengavên Nêçîrvan Barzanî û Serokatiyê ya bi navê tebayî û yekrêziyê da dûpat kir û hevra bûn ku divê hemû bi yekrêzî û tebayî û çareseriya kêşeyan bi guftûgo û hevdû têgihiştinê, rûbirûyê rewşê û gefan bibin û aramiya siyasî bê parastin.
Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hemahengiya li gel sazî û alî û pêkhatan li hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û derbaskirina pirsgirêk û qeyranan berdewam dibê.
Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştgîriya alî û pêkhateyan bo hewl û hengavên Serokatiyê derbirî û tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika pêkvejiyanê û parastina azadiyan dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin