Nêçîrvan Barzanî îro serdana aliyên siyasî dike

03 December 2019 14:55 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî îro serdana aliyên siyasî dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana fraksiyonên siyasî yên Kurdistanê dike.

Biryar e îro roja Sêşemê (03.12.2019) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana baregeha Yekgirtûya Îslamiya Kudistanê li parêzgeha Hewlêrê bike.

Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de wê li dor babetên rewşa dawî ya Iraqê ligel alî û partiyên siyasî guftugo bike.

Herwiha pêkanîna destûra nû ya Iraqê û avakirina eniyaKurdistanî li Parlementoya Iraqê jî wê di civînê da bêne axaftin.

Hêjayî gotinê ye ku, hefteya borî jî bi heman armancê Neçîrvan Barzanî serdana Silêmaniyê kiribû û bi aliyên siyasî re civiya bû.