Nêçîrvan Barzanî: Raperînê bikin hêwênê tebayî, hevgirtin, yekrêzî ye...

05 March 2021 14:41 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Raperînê bikin hêwênê tebayî, hevgirtin, yekrêzî ye...

PeyamaKurd – Bi boneya 30emîn salvegera Raperînê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got, niha Kurdistan ji her demekê zêdetir pêwîstî bi tebayî, hevgirtin û yekrêziya hemû alî û pêkhateyan heye û dibêje, di bereyek yekgirtî de hevşêweyê Raperînê em dikarin rûbirûyê zehmetî û gefan bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir:

“Îro di demekê de ku em wê roja pîroz û qehremanên wê bibîr tînin, Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwîstî bi tebayî, hevgirtin û yekrêziya hemû alî û pêkhateyan heye da ku em bikarin peyam û armancên pîroz ên Raperînê û berhema xwîna şehîdan biparêzin û ber bi pêşerojeke baştir ve gav bavêjin.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi bereya yekgirtî ya dema Raperînê dike ku bûye bingeha “serkeftina Raperînê” û dibêje:

“Niha jî bi heman şêwe, em hemû dikarin bi hev re rûbirûyê zehmetî û tehdeyan bibin, mafên xwe yên destûrî bidest bixin û biparêzin.”

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê dike, Raperînê bikin hêwênê tebayî, hevgirtin, yekrêzî, nehiştina pirsgirêk û nakokiyan da ku, “Giyanê karwanê şehîdên Kurdistanê şad bikin û em hemû bi hev re ber bi dahatûyeke baştir gav biavêjin. Bi hev re bo Kurdistaneke aram, avedan û seqamgir têbikoşin ku her tim wek landika azadî, lêborîn, pêkvejiyan û hevqebûlkirinê bimîne.”