Nêçîrvan Barzanî: Em ê her tim pistgîriya birayên xwe yên Êzidî bikin
PeyamaKurd – Serok Nêçîrvan Barzanî di merasîma 10. salvegera Komkujiya Êzidiyan de axivî û got, "Em ê her tim piştgiriya birayên xwe yên Êzidî bikin."
DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir û bi hezaran jî dîl girt. Îro 10. salvegera Komkujiya Êzidiyan e ku lekeyek reş li dîrokê hişt.
10 sal di ser komkujiya Şengalê ya li dijî Kurdên Êzidî re derbas bûn.
Parlamentoya Kurdistanê roja 3ê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.
Di salvegera Komkujiya Şengalê de ku Kurdên Êzidî jê re dibêjin “Fermana 73an” êşên Êzidiyan ji nû ve zindî dibin.
Her sal di 3ê Tebaxê de li Herêma Kurdistanê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de ku îro li Zanîngeha Hewlêr Kurdistan (UKH) ya Hewlêrê hat lidarxistin, gelek navên ku di nav wan de Serok Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Kubat Talebanî jî hebûn, bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de wiha got:
“Komkujiya Şengalê yek ji mezintirîn sûcên dîrokê ye. Ev êş tu carî nayê ji bîr kirin, wê her û her bê bîranîn.
Çarenûsa 2 hezar û 556 ji 6 hezar û 417 êzîdiyên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, hîn ne diyar e.
Divê PKK û hêzên din ên derqanûnî ji Şengalê derkevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin