Nêçîrvan Barzanî: Me ji birayên xwe yên Kurd ên Rojava re got ku bi hev re biçin Samê

17 February 2025 00:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Me ji birayên xwe yên Kurd ên Rojava re got ku bi hev re biçin Samê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku divê Kurdên Sûriyê bi yekdengî biçin Şamê û daxwaz kir ku hemû alî û pêkhateyên Sûriyê di paşeroja Sûriyê de beşdar bin.

Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 16.02.2025ê di dawiya Konferansa Asayîşa Munchenê ya li bajarê Munchenê yê Almanyayê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Derbarê bûyerên dawî yên li Sûriyê de jî, Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû alî û pêkhateyên Sûriyê kir ku di paşeroja Sûriyê de beşdar bin û got: “Ez wisa difikirim ku ev tişta ku îro li Sûriyê diqewime ji bo her kesî xweş e, ji ber ku êdî rejîmeke zalim ku berê zilm û zordariya li ser gel dikir, nema li ser desthilatê ye. Em hêvî dikin ku rêveberiya ku niha hatiye ser kar, hemû alî û pêkhateyên Sûriyê di paşeroja Sûriyê de beşdar bibin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku pirsa giring ya Herêma Kurdistanê dabînkirina aramiyê li Sûriyê ye û got: “Gelê Sûriyê hêjayî jiyaneke baştir e. Di van salên borî de pirsgirêkên mezin hatin jiyîn, gelek êş kişandin, gelek kes neçar man welatê xwe terk bikin, wêraniyên mezin dîtin. Bi rastî gelê Sûriyê jiyaneke baştir heq dike. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû bi taybetî Serok Ehmed Şera bibe faktora aramiyê li Sûriyê û gelê Sûriyê ji van alozî û pirsgirêkan rizgar bike.

Sûriye welatek e ku gelek pêkhateyên wê hene, ya herî girîng li Sûriyê beşdariya hemû alî û pêkhateyên pêwendîdar e.” Nêçîrvan Barzanî got, “Di şîretên me yên ji bo birayên me yên Kurd û di hevdîtinên li gel wan de çend xalên zelal hene: Yekem, me got divê bi yekrêzî biçin Şamê. Ezmûna me dema ku em bi hev re çûn Bexdayê li Herêma Kurdistanê piştî sala 2003ê gelek serkeftî bû. Xwe weke xwediyê Sûriyeya nû bibînin. Li benda vexwendina Şamê nemînin, xwe xwediyê Sûriyeya nû bibînin. Ev Sûriye Sûriyeya we ye, Şam paytexta we ye, ya ku me ji wan re got ev bû, "Hînek zûtir tevlî pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin."

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku gelê Sûriyê û hemû pêkhate hêjayî paşerojeke geş in û Herêma Kurdistanê jî amade ye di vê çarçoveyê de rola xwe bilîze û got: “Me di vê çarçoveyê de bi Wezîrê Derve yê Sûriyê (Esaad Şeibanî) re hevdîtin pêk anî û me tekez li ser wê yekê kir ku em ê bibin faktora aramiyê di vê çarçoveyê de. Me got em amade ne ku alîkariya wan bikin da ku aramiyek mezintir li Sûriyê pêk bînin."

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de tekezî li ser wê yekê kir ku vejandina rêxistina terorîst a DAIŞê mijareke cidî ye û wiha got:

“Em weke Herêma Kurdistanê hê jî DAIŞê weke metirsiyeke ewlekarî li ser Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê dibînin. Nêrîna me ew e ku Iraq hîn pêwîstî bi hêzên navdewletî heye, ev nêrîna Herêma Kurdistanê ye. Em di wê baweriyê de ne ku niha ne dema vekişîna hêzên Hevpeymanan ji Iraqê ye. Iraq xwedî rewşeke taybet e û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye. Nêrîna me ev e, dibe ku em ligel Bexdayê cuda bin, lê nêrîna me li ser vê mijarê bi berçavgirtina hemû Iraqê ew e ku Iraq pêwîstî bi alîkariya hêzên hevpeymanan heye. Ev mijar bû rojeva sereke ya hevdîtina me bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re. Ji bo aramkirina Iraqê alîkarî pêwîst e."