Nêçîrvan Barzanî teqînên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kirin

12 July 2019 09:55 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî teqînên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqînên duh yên li Efrîn, Hesekê û Qamişloyê şermezar kirin û ji qurbaniyan re sersaxî xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikin ku îro li her sê bajarên Qamişlo, Efrîn û Hesekê ya li Kurdistana Sûriye kir armanc û di encamê de zêdetirê panzdeh kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî heftê kes jî birîndar bûne.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin, hevsoz û hevxemên wan in û em hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir: “Ew kirdarên teroristî wê rastiye eşkere dikin ku teror hê jî metirsiyekî rastîn e û gefê li aramiya navçeyê û cîhanê dixwe, rûbirûbûna wê metirsiyê jî pêwîstî bi hemahengî û karê hemû aliyên navçeyî û navdewletî heye.”