Serok Barzanî teqînên Rojavayê Kurdistanê sermezar kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî zincîreteqînên ku doh 11ê Tîrmehê li bajarên Rojavayê Kurdistanê rû dan şermezar kririn û serxweşî li nas û xizmên qûrbaniyan kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemekî zêde ve roja pênçşem 11.07.2019 li encama zîncîreyek teqînên terorîstî li bajarên Qamîşlo, Efrîn û Heseke hejmarek hemwelatiyên medenî bûne qurbanî û hejmarekî din jî birîndar bûn.
Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan êrîşên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim.
Mesûd Barzanî
12.07.2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin