Serok Barzanî bi Jeffrey re rewsa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey û şanda ligel wî kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên DAIŞê li Iraqê hatiye nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û hevkêşeyên meydaniyên dawî yên wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurdî li pêşhatên Sûriyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste di her rewşê dê rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye tûşî girift û çarenûsa nediyar bibê û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye rû bide.”

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ya her dû aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind nirxandin û tekez jî li ser berfirehkirina hemahengiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin