Serok Barzanî ji bo rewsa Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatan kir

26 December 2018 11:04 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo rewsa Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatan kir

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextîyar ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji bo dîtina çareseriyekê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re dest bi xebatan kiriye.

Bextiyar ji medya nêzîkî YNKê re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ya piştî biryara Trump axiviye û gotiye. “Mesûd Barzanî li pişt perdeyê ji bo çareseriyek ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin, dest bi xebatê kiriye.”

Bextiyar bal kişand ser pêvajoya Cenevreyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de û diyar kir, pêwîste Kurd ji bo piştgiriyê bistînin hewlên dîplomatîk zêde bikin û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê şandeke hevbeş amade bikin û ji bo Rojavayê Kurdistanê serdana paytextên welatan bikin.

Rêveberê YNKê Mela Bextiyar destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin rêkeftinên ENKS û TEVDEMê ku beriya niha bi navbeynkariya Serok Barzanî li Dihok û Hewlêrê lihev kiribûn, lê ta niha jî ew rêkeftin nehatine bicihanîn.