Selah Bedredîn: Amerîkayê projeya Serok Barzanî ya Rojavayê Kurdistanê qebûl kiriye

27 December 2020 23:17 0 dîtin
Selah Bedredîn: Amerîkayê projeya Serok Barzanî ya Rojavayê Kurdistanê qebûl kiriye

PeyamaKurd - Pisporê siyasî ji Rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn rola Serok Mesûd Barzanî di proseya yekrêzî û bidestxistina mafên rewa yên xelkê Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Selah Bedredîn ji KDP.infoyê re li ser mijarê daye xuyakirin: “Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê projeyeke wî mezin hebû. Aliyên Rojavayê Kurdistanê kom kir û 3 rêkeftin di navbera wan de hatin îmzekirin, ku hemû bi hevre kar bikin, ji bo ku di pêşeroja Sûriyê de mafên Kurdan garentî bikin û di destûra Sûriyê de Kurd bibin xwedî rêveberekê.”

Bedredîn li ser helwesta PYD û TEV-DEMê ku ji hemû rêkeftinan poşman bûne û sozên xwe nebirine serî got: “Divê em bi zelalî bêjin ku biryarên PYD ji ser wan tên, ku PKK ye. Lewma armanca wan ew e ku Kurd ne yekgirtî bin, ji bo ku destê xwe deynin ser her tiştî. Ew naxwazin proseya aştî û demokrasiyê biser nekeve û tenê hikmê tek hizib û tek adyalojî hebe.”

Selah Bedredîn li ser navbeynkariya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di danûsdaninên bi çavdêriya Amerîkayê de ragihand:

“Amerîkayê ji bo lihevkirina Kurdên Rojava, projeya Serok Barzanî ya di rêkeftina Duhokê de qebûl kiriye. Beriya ku Amerîka wê projeyê qebûl bike eger PYD qebûl kiriba niha rewşa Rojavayê Kurdistanê dê ne ev hal ba û Kurd belawela nedibûn, lê PYDê nekir.”

Selah Bedredîn wiha domand: “Divê PKK ji Rojavayê Kurdistanê ibretekê bigre û destê xwe nexe nava karê Başûrê Kurdistanê, ji bo ku vê herêmê jî xera nekin. Divê PYD vê destkefta mezin a Kurdan jinav nebe. Li şûna ku PKK piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, dijayetiya wê dike û destê dijmin dikşîne nava Herêma Kurdistanê.”