Serok Barzanî serxwesiyê li Selah Bedredîn dike

02 November 2019 14:23 0 dîtin
Serok Barzanî serxwesiyê li Selah Bedredîn dike

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji minasebeta koça dawiyê ya hevjîna wî, peyameke sersaxiyê arasteyî siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn dike.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di vê boneya xemgîn de, serxweşiya xwe arasteyî we, malbat, kesûkar û dostên we dikim. Ji Xwedayê mezin daxwazkar im, sebr û aramiyê bide her aliyekî û Xwedê jê razî di bihuşta xwe de şad bike.”

Duhî hevjîna siyasetmedarê diyar ê Rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn, Reca Mîqrî li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kiribû.