Serok Barzanî bi telefonê Selahaddîn Behadîn pîroz kir

30 December 2024 11:54 0 dîtin
Serok Barzanî bi telefonê Selahaddîn Behadîn pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Behadîn kir ku careke din wek Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtû (Yekgirtû) hat hilbijartin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, Serok Barzanî bi rêya telefonê telefonê Selahaddîn Bahaeddîn ku careke din weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtû hatibû hilbijartin, pîroz kir.

Di wê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Sekreterê Giştî yê Yekgirtû xwest û tekez li ser hemahengî û yekrêziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Îro înê 27.12.2024ê bi beşdariya zêdetirî 800 delegeyan 9emîn kongreya asayî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve çû.

Selahedîn Mihemed Behadîn bi piraniya mitleq, bêyî ku ti dijberî hebe, careke din wek sekreterê giştî hat hilbijartin.