Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de Îlham Aliyev pîroz kir

08 February 2024 23:44 0 dîtin
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de Îlham Aliyev pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev cara 5em hilbijartina serokkomariya Azerbeycanê qezenc kir û bû serokkomar, di rêya telefonê de wî pîroz kir. Ragihandin gera Barzanî ya di rêya telefonê de ji aliyê serokkomariya Azerbeycanê de hat kirin.

Îlham Aliyev jî bi sedema telefona serokê Herêma Kurdistanê sipasiya xwe ji Barzanî re kir û minnetdariya xwe jê re ragihand. Aliyev got ku têkiliya navbera Kurdistanê û Azerbeycanê xizmetê ji firehkirina hevkariya her dû welatan re dike.

Îlham Aliyev di vê hilbijartina cara pençem de %90 zêdetirê dengan girt û cara 5em bû serokkomarê Azerbeycanê.