Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdên Rojava daxwaz ji Lavrov kir
PeyamaKurd - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî li ser neveroka hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov agahî dan û got, “Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe li hember rewş û pêşhatên herî dawî yên Rojavayê Kurdistanê gihande Lavrov û daxwaz jê kir, ku Rûsya roleke aştiyane di vê meseleyê de bibîne.”
Fewzî Herîrî serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê bo Herêma Kurdistanê weke serdaneke “gelek giring û bi nirx” bi nav kir û ragihand, hemû hevîditnên duh ên rayedarên Kurdistanê li gel Sergey Lavrov serkeftî bûn.
Herîrî herwiha da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel Sergey Lavrov de bal kişandiye ser rewş û pêşhatên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û “nîgeraniya xwe li hember pêşhatên nû yên ku li Rojavayê Kurdistanê û navçeyê çêdibin anî ziman û got:
“Eger aloziyek li navçeyê çêbibe, dê ew yek zemîneyê bo DAIŞê û terorîstan xweş bike û derfet bide wan ku dubare vegerin ser sînorên Herêma Kurdistanê û rasterast dijatiya Herêma Krudistanê û Iraqê bikin, lewma jî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Lavrov kir, ku Rûsya roleke aştiyane bibîne di vê mesleyê de, û li gel hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê, Erdogan bikeve têkiliyî û vê kêşe û aloziyê aram bikin, daku rewş negihe astekê ku xelk aware û derbider be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin