Nêçîrvan Barzanî: Em ê têkiliyên xwe bi Kore ya Basûr re xwurttir bikin

12 September 2024 21:22 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em ê têkiliyên xwe bi Kore ya Basûr re xwurttir bikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyozê Kore ya Başûr yê Iraqê Choi Sung-soo, bi munasebeta 20 saliya dostaniya Kore û Kurdistanê, di merasima ku li Hewlêrê hat kirin de, tevlî merasimê bûn.

Serokê herêmê Barzanî ragihand ku dê bi kore ya Başûr re li ser bingeha berjewendiyên hevpar, di her sehayê de koordinasyona xwe xwurt bikin. Di merasimê de fîlmekî belgeyi hat nîşandan ku tê de projeyên Kore hebûn ku çawa di sektorên cuda de li Herêma Kurdistanê xebat kirine.

Ji dezgeyên Kore yek jê Ajansa Navdewletî ya Alîkariyê ye (KOICA) ku li Kurdistanê projeyên wekî perwerdê, tenduristî, dîjîtal û yên avê meşandine.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasimê de ragihjand ku têkiliyên bi Kore re ji bo wan gelek girîngin û weha got:

“Tam 20 sal berê tîma leşkerî ya bi navê Zeytûn ya Kore hat Erbîlê. Ev, wekî perçeyekî koalisyona navdewletî, bû destpêka têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Kore. Tîma Zeytûnê desteka mirovî da xelkê Kurdistanê. Vekirina balyozxanan bû destpêka tekiliyên dîplomasiyê. Nexweşxane, pirtûkxane vekirin. Leşker, bi gelê Kurdistanê re têkiliyên dostane danîn. Zêdetirê 60 dibistan û 15 nexweşxanên biçûk ava kirin.

Ew ji bo me, dostên sadiqin û başin. Em ji bo hevkariya wan sipas dikin. Xebat û xizmetên wan zelal tên dîtin. Em bi têkiliyên bi wan re serbilind in. Em dikarin ji tecrubên Kore sûdê welgirin û dubare bikin. Kore, piştî şerê cîhanê xerabe bû lê karibû di seha teknolojiyê de xwe bike yek ji dewletekî herî li pêş yê dinyayê û biser ket.

Herêma Kurdistanê dikare bi Kore ya Başûr re di sehayên zanistê, perwerdê, pêşdebirina avahiyên bingehîn, çand û teknolojiyê de veberhênanê bike û ew derfetên me hene.”