Konsolosê Kore ya Basûr seredana Nêçîrvan Barzanî kir

25 January 2022 22:41 0 dîtin
Konsolosê Kore ya Basûr seredana Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê konsolosê Kore ya Başûr Çoy Kwanjîn qebûl kir û li ser pêwendiyên her dû welatan axifîn. Konsolosê Kore di van rojan de wezîfa wî diqede û ev tê vateya xatirxwestina wî ji Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya konsolosê Koreyê kir û di wezîfa wî ya nûh de jê re serkeftinê xwest. Barzanî her weha rola konsolos  Kwanjîn, di pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistanê û Korê da bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî behsa rola Tîma Zeytûn a Serbazî ya Korî û Ajansa Koica kir û destxweşî li millet û Hikûmeta Koreya Başûr kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Konsolosê Kore ya Başûr Kwanjîn jî sipasiya Nêçîrvan Barzanî û terefên pêwendîdar yên li Kurdistanê kir û ji bo alîkarî û piştevaniya hukumet û xelkê Kurdistanê sipasiya wan kir.