Duran Kalkan: "Kurd li dijî hemû NATOyê ser dikin"

11 August 2023 10:45 0 dîtin
Duran Kalkan: "Kurd li dijî hemû NATOyê ser dikin"

PeyamaKurd – Yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Duran Kalkan ragihand, ji 15ê Tebaxa 1984an heta niha 50 hezar PKKiyan jiyana xwe ji dest dane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan ji televîzyona Medya Haber re axivî û diyar kir, ev 29 meh in tu nûçe ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê girtî ye tune.

Kalkan da zanîn, Wezîrê Dadê û Serokomariyê ji bo muzakereyan gotin "pirsgirêka hiqûqî tune" û got, "Lê niha li gorî hiqûqê tevnagerin. Hemû pêkanînên di bin navê cezayên dîsîplînê de tên kirin, çêkirin in."

"Kurd li dijî hemû NATOyê şer dikin"

Di 15ê Tebaxa 1984an de PKKê li navçeya Eruhê ya Sêrtê li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) çalakiya xwe ya yekem a çekdarî li dar xist.

Kalkan got, dema ev pêvajo biryar hat dayîn, şoreşa Vîetnamê bi awayekî gelekî tund kete rojeva cîhanê û got, "Hat gotin ku Vîetnamiyan 15 salan bê navber li dijî Japon, Fransa û Amerîkayê şer kirin."

Kalkan eşkere kir, “Vîetnamiyan li dijî Japon, Fransa û Amerîkayê şer kirin. Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin. Ji ber ku NATO ji sala 1985’an ve şer dike. Meha borî fermandariyek ji bo koordînasyona şerê li dijî PKK’ê, li dijî Kurdan ava kir.”

“Ev şer e”

Duran Kalkan diyar kir, di nava 39 salên dawî de 50 hezar PKKiyan jiyana xwe ji dest dane û got, “Ev têkoşîna 39 salan bi awayekî xweser pêk nehat. Bihayek xwast, Kurdan jî da.”

Kalkan, destnîşan kir, PKKê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kiriye û got, "Yên ku dixwazin hinekî fêm bikin, bila herî kêm li bîlançoya xwe binêrin. Bi van hejmaran re mijûlbûna bi rastî ji bo mirovekî demokrat, azad ne pir guncaw e, lê hûn neçar in ji yên ku fêm nakin. Gerîla di mehekê de 130 çalakî pêk anîn. “Ew ne zêde ye, du leşker jî bên kuştin jî şer e.