Sirri Sakik: Polîtîkaya hemû partiyan ya dijî Kurd îflas kiriye
PeyamaKurd / Taybet – Dawiya vê heftê ango roja yekşemê 31ê Adarê pêşbirka hilbijartinên herêmî li Tirkiyê bi encam dibe û aliyê deshilatdar ê Tirkiyê bi navê Îtifaqa Cumhur HDP û Kurd di kampanyayên xwe de kirina mijara sereke. Herwiha dê têkçûna aboriya Tirkiyê, zêdebûna bihayiyê û bêkariya hemwelatiyan jî bandoreke mezin li ser vê hilbijartinê bike.
Îtifaqa Cumhur HDPê wek partiyeke terorê dide naskirin û her roj li meydanan welatiyên deng didin HDPê jî wekî terorîst pênase dike.
Li ser vê hilbijartina girîng siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik ku niha namzedê Hevşaredariya Mûşê ye ji PeyamaKurd re axivî. Sakik dibêje, “Doh wan bixwe jî peyva Kurdistanê bikar dianî, lê niha ji bo dengên hilbijêran tevahiya welat bi propagandaya dijî Kurd difetisînin. Bi gotina tunehesibandinê tiştek tune nabe.”
AKP dibêje, ‘her çi dibe bila be em ê qezenc bikin’. Gelo di rewşeke wiha de şensê we yê serketinê heye? Herwiha tu cenabê te bi xwe jî bi tayînkirina qeyûm ji kar hatiye xistin. Gelo ji nû ve namzedbûna te ya HDPê ne rîsk e?
Sedema kaosa ku niha Tirkiye tê de ye û krîza aborî, polîtîk û demokrasiyê bi xwe re aniye tenê AKP ye ku ji bo serketina hilbijartinan bigihîje armanca xwe. Di deshilatdariya AKPê ya 17 salan de, Tirkiye ketiye rewşeke ku kêr gihîştiye hestî. Em rûbirûyî rêveberiyeke bêdadî ya ku hesta wijdan û aqlê selîm ji dest daye û kor û lal e ne. Tişta ku bûye sedem ez werim Mûşê sala 2014an sedema ku ez biribûm Agiriyê ye. Serkeftina ku me doh li Agiriyê bi dest xistiye, niha gel dixwaze em li vir jî bi dest bînin.
Gelê Mûşê xwest bibim namzed, heke na di serê min de ti daxwaziyeke ku bibim serokê şaredariyê tune bû. Li Mûşê gelek birîn û kêşeyên her kes jê nerazî ye hene. Li Mûşa ku ev 17 sal in ji aliyê AKPê ve tê birêvebirin, hîn jî rewşeke paşmayî ya qirna navîn heye. Tiştên ku 17 sal in nekirine, niha soza pêkanîna wan didin û gel jî êdî ji wan bawer nake. Tam jî di vê rewşê de şensê me yê serkeftinê pir zêde ye. Tevî ku ferqeke bi qasî 21%î heye jî emê bi ferqeke mezin qezenc bikin. Dê cara ewil îradeya xelkê Mûşê bi ser bikeve. Li ser min û hemû hevalên din ên şaredar ku qeyûm xistine şûna wan, ti delîleke berçav a tawanê tune ye.
Derheqê ti kesî ji me dozên bê ûsûlî û gendeliyê tune ne. Di pêvajoya rewşa awarte (OHAL) de bi biryarnameyan dest danîn ser şaredariyên HDPê. Xendek kirin behane ji xwe re, ji ber ku wê demê li Agiriyê ti bûyerek neqewimî bû. Li Agiriyê xendek tune bûn. Ez di pêvajoya nû de îhtimala tayînkirina qeyûman nabînim. Êdî ne welat ne jî gel vê yekê ranagire û destûrê nade dest deynin ser îradeya wan. Ew (Erdogan) difikire ku wisa bandorê li ser hilbijêran bike, lê êdî derya miçiqî ye. Qeyûm ji nû ve nayên.
AKP ji niha ve dibêje, ‘Heke hûn qezenc bikin jî ezê şaredariyan ji we bistînim? Li hember vê polîtîkayeke we heye? Yanî li hember qeyûman projeyeke we heye gelo?
“Ev van gotinan wekî taktîk dibînim û qet nafikirim ku tiştekî wiha bê kirin. Bi gefxwarinê difikirin ku gel bêhêvî bibe û deng nede. Lê belê êdî hikûmet jî gel jî vê baş dizane li welatekî hiqûq û demokrasî hilweşiya be dewlet qet pêş nakeve û nikare ji vê rewşa xeterî vegere.
Pêwîst e Tirkiye demildest vegere hiqûqê û yasayan. Heke na emê hemû ji ser kendalan de wer bibin. Li hember qeyûman ti projeyeke min nîne, lê ji bo gel projeyên min hene.
Ez li hember gelê xwe berpirsiyar im. Xespkirina îradeya gel jî pirsa qeyûman e. Dewletê dît ku rêbaze qeyûman îflas kiriye û bi ser nakeve. Gel jî ev dît. Dê gel sibeha roja 1ê Nîsanê bi jinûve wergirtina hemû şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin helwesta xwe nîşan bide. Heta dê bersiva herî mezin li şaredariya Mûşê ku me berê bi dest nexistibû nîşan bide. Hikûmet ger her carekê qeyûman deyne jî dê gel di hilbijartinan de dîsa îradeya xwe derxe holê. Ji ber vê jî ev ne proseyeke were domkirin e.”
Gelo ti hatineke israra HDPê ya “Em ne tenê partiya Kurdan in” ji Kurdan re çêbûye?
“Bi xêra siyaseta HDPê welat hinekî xwe radigire. HDP partiya hemû gelên daxwazkarên demokrasî û aştiyê ye. Kurdan ev 30-40 sal in bedelên gelekî giran dane, êşên mezin kişandine û ev hîn jî dewam dike. Çima? Çimkî ji bo jiyaneke bi rûmet bedel didin. Herwiha ne ji bo xwe tenê ji bo bi milyonan xelkê din ê vî welatî jî bedel dide. Her çiqas her car tenê bên hiştin jî, cudaxwazî bê kirin jî pêdiviya hemû gelên vî welatî û partiyên din bi HDPê û polîtîkayên wê heye. Û ez jî jê piştrastim ku heger demokrasî were vî welatî dê bi saya me were. Di dîrokê de tim wisa bûye. Dê aştî û demokrasî bi saya Kurdan were.”
Êdî hema maye navê Kurd û Kurdistanê jî were qedexekirin. Gelo li hemberî van qedexeyan hêza we ya xweragirtinê heye?
“Heger me kariye 30 salan li hember fişarên giran, zîndanîkirin û mirinan li ser piyan bimînin, ev bi saya têkoşîna me ya dijî qedexeyan e. Me heta niha li nav gulîstanê siyaset nekiriye. Em ê îro jî berxwedana li hember qedexeyan bidomînin.“
Doh wan bixwe jî peyva Kurdistanê bikar dianî, lê niha ji bo dengên hilbijêran tevahiya welat bi propagandaya dijî Kurd difetisînin. Bi gotina tunehesibandinê tiştek tune nabe. Ev tenê ser wan dixe bin xweliyê. Tenê bi polîtîkayên rojanê dilê MHPê xweş dikin.”
We got, li Mûşê AKP, CHP, MHP û IYI Partî li hemberî HDPê bûne yek, lê hin deveran jî dê HDP destekê bide CHPê ma ev ne nakokî ye?
“Ev pirsgirêka CHPê ye. Polîtîkaya hemû partiyan ya li dijî Kurdan îflas kiriye. Ecel hatibe, tirs pere nake. Li Mûşa her çiqas bibin yek jî gel biryara xwe daye. Emê qezenc bikin.“
Ji bo Mûşê di çenteyê te de çi proje hene, yan jî projeyên we hene?
“Mûş tam bûye enqazek. Gelek karên em bikin hene. Ti projeyeke me jî ne sozek e rasteqînî ye. Roja ewil ku em werin ser kar emê dest bi wan bikin. Û hûnê di sê mehên ewil de jî nas nekin. Lê projeya min a yekem bidawîanîna rantê û gendeliyê û dûrxistina komên berjewendîparêz ên di nav şaredariyê de ne. Bi qasî 10 roj berê me projeyên xwe pêşkeşî gel kirin. Derbarê binesazî, avadanî û jiyana sosyo-ekonomî de wê projeyên me yên gelekî cidî hebin.“
Gelo dê li şaredariyan li ser zimanê dayikê xebatên we hebin? Hûn difikirin kursên Kurdî vekin?
Di nav projeyên me de xizmetên kreşên zarokan ên bi zimanê dayikê hene. Di nav çalakiyên kulturî de jî dê her cure xizmetên me hebin.
Brêz Sirri em li ser navê PeyamaKurd ji bo heyama bê serkeftinê ji we re dixwazin.
Ji bo ve daxwaziya we ez jî gelekî spasiya we dikin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin