Gelo Amerîka dixwaze ku Navenda Fermandariyê bibe Rojavayê?
PeyamaKurd- Amerîkayê baregeha xwe ya li Iraqê ya ji bo operasyonên li dijî IŞÎDê girt.
Piştî vê geşedanê hinek şîrove hatin kirin ku Amerîka dixwaze baregeha xwe bibe Rojavayê Kurdistanê. Lêbelê heta niha erkdarên fermî yên Amerîkayê di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Li gorî hinek îddayan jî ji ber ku Heşdî Şabî di rêvbiriya Bexdayê de zêde bi hêz bû û Amerîka jî ji vê yekê aciz bû û baregeha xwe girt. Ji ber ku herêma Rojava aram e, Amerîka dixwaze baregeha xwe li wir bi cih bike.
Niha li Iraqê leşkerên Amerîkayê wê hê jî bimînin. Lêbelê çend leşker wê li Iraqê bimînin, nehatiye eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin