Tirkiye dê bibe navenda xazê ya xwe û federasyona Rûsyayê

13 October 2022 22:42 0 dîtin
Tirkiye dê bibe navenda xazê ya xwe û federasyona Rûsyayê

PeyamaKurd – Piştî serokê Rûsyayê Valdimir Putin got ku dikarin li Tirkiyê navendekî mezin ya xazê ava bikin, hevdîtinên di navbera terefên Rûsya û Tirkiyê de dewam dikin. Serokê şîrketa enerjiyê yê Gazpromê ya Rûsyayê Aleksey Miller ragihand ku di hefteya pêşiya me de wê bilez diyalogê bidin destpêkirin û wê li ser mijara ‘hecma projeyê û şertên wê’ bi Tirkiyê re rûnên ser masê.

Li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê dewletên Awrûpa û Amerîka dorpêçan daniye ser Rûsyayê û Rûsya xaza Awrûpayê birî. Awrûpî ketine taya wê zivistanê çawa di sermayê de zivistana xwe derbas bikin. Li ser mijarê Rûsya do ragihandibû ku dikarin car din xazê ji nûh de bişînin Awrûpayê.

Lê niha projeyekî dinê ket rojevê û serokê Rûsyayê Putin Tirkiyê îşaret kir û got:

"Em dikarin ji bo Awrûpayê li Tirkiyê navendekî mezin ya xazê ava bikin. Ew hecmên ku me li Derya Baltikê wenda kiriye, em dikarin berê wê bidin Derya Reş. Bi vî awayî em ê di ser Tirkiyê de petrol û xazê bişînin û dibe li Tirkiyê navenda xazê bê avakirin.”

Putin, li Astanayê di konferansa ‘Hevkariya li Asya û tedbîrên ku baweriyê zêde dikin’ (CICA) de, bi Erdoğan re hevdîtin kir û got:

“Me niyeta xwe ya ku em ê Tirkiyê bikin navenda xazê ya herî mezin, gihand Tirkiyê. Di amadekirina xazê de Tirkiye ji bo YA yê guzergahekî herî girîng e.”

Şîrketa Gaspromê ya Rûdyayê ragihand ku wê di hefteya pêşiya me de bi Tirkiyê re hevdîtin bikin.