Hikûmeta Swêdê bo perwerdeya xwe bidomînin mafê penaberiyê dide 9 hezar ciwanên Efxanî
PeyamaKurd - Li gor zanyariyên berdest, hikûmeta Swêdê pêşnûmayeke ku mafê penaberiyê bide 9 hezar ciwanên Efxan amade kir. Li gor nûçeya televîzyona dewletê (SVT) ji sala 2015an ve ji 20 hezar kesên bêkes ku îltîcaya Swêdê kirine daxwaza 11 hezaran ji bo ku ji 18 salî biçûktir bûn hat qebûlkirin û 9 hezar ciwanên mayîn ji bo ji 18 salî mezintir bûn mafê penaberiyê nehatibû dayîn.
Herwiha hikûmet ji bo çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne pêşnûmayek amade kir. Hikûmet bi şertê ku penaberên Efxan perwerdehiya xwe bidomînin dê mafê penaberiyê bide.
Seroka Partiya Rastgir a Lîberal Annie Loof ku li Swêdê yek ji partiya muxalîf e piştgirî da pêşnûmaya hikûmetê û di civîna xwe ya çapemenî de got: "Em piştgiriyê didin pêşnûmaya hikûmetê, eger ev pêşnûma were parlamentoyê em ê dengê erê bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin