Serokwezîrê Swêdê: Hikûmeta me êdî pistgiriyê nade YPG û saxê wê yê siyasî PYDê

05 November 2022 17:32 0 dîtin
Serokwezîrê Swêdê: Hikûmeta me êdî pistgiriyê nade YPG û saxê wê yê siyasî PYDê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson (M) çend roj berî li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive, diyar kir ku hikûmeta wan êdî piştgiriyê nade YPG û şaxê wê yê siyasî PYDê.

Li gor Wezîrê Karên Derve Tobias Billström (M) ji Radyoya Swêdê Ekot re dide zanîn, di navbera van rêxistinan û PKKê de girêdanek heye û PKK jî di lîsteya Yekîtiya Ewropa ya terorê de ye. Bandora vê yekê li têkiliyên me û Tirkiye gelekî dike.

Herwiha ji bo Tirkiye endamtiya Swêd a NATOyê erê bike, Serokwezîrê Swêdê serdana Tirkiye dike û bi Serokkomarê Tirkiye re hevdîtinekê di vê derbarê de pêk tîne.