Nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo pistgiriyê bi berpirsên Swêdê re hevdîtin pêk anîn

23 May 2024 13:23 0 dîtin
Nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo pistgiriyê bi berpirsên Swêdê re hevdîtin pêk anîn

PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamena Swêdê Hakan Svenneling û şandeya li gel wî û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistan yê Ewropayê Abdulkerîm Umer û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî hevdîtinek pêk anîn.

Di civînê de pirsgirêka terorê ya ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pê re rûbirû ye û geşedanên siyasî, leşkerî û aborî yên Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Rojhelata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Hêrişên Tirkiye û tekoşîna li dijî DAIŞê

Şandeya Rêveberiya Xweser hêrşên Tirkiyeyê û şerê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê destnîşan kir û diyar kir ku ev hêriş, binesazî û navendên jiyanê yên Rojavayê Kurdistanê dikin armanc, santralên elektrîk û avê têk dibin û dibin sedema bi sed hezaran sivîl ji xizmetguzariyê bêpar bimînin. 

Di hevdîtinê de şandeya Swêdê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta Swêdê û civaka navneteweyî erkên xwe bi cih bînin û di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de piştgirî û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

Li ser navê şandeya Swêdê Swêdê Hakan Svenneling diyar kir ku ji bo tekoşîna li dijî terorê û têkbirina wê ya bi temamî, ew ji bo ji nû ve avakirina navendên xizmetguzariyê yên di hêrişên Tirkiyeyê de wêran bûne jî dixebitin.

Svenneling her wiha balê kêşa ser pesendkirina 'Peymana Civakî' ya ji bo Rojava û hilbijartinên şaredariyan ên di meha Pûşperê de bêne kirin û diyar kir ku ew biryara Rêveberiya Xweser a lidarxistina hilbijartinan li Rojava tevî hemû zehmetiyan dinirxînin û got: “Ev dûpata pabendbûna Rêveberiya Xwesera a bi demokrasiyê û israra wê ya li ser pêkanîna erka xwe ye. Ev biryar tevî hemû zehmetiyan projeyeke demokratîk e."