Rêveberiya Xweser: Berpirsên êrîsa ser Kobanê herdu welatên garantor Amerîka û Rûsya ne!
PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şahîn, derbarê êrîşa şeva borî ya ser bajarê Kobanê de ku sivîlek hat kuştin û zarok jî di nav de 12 kes birîndar bûn daxuyanî da.
Rêveberê Rêveberiya Xweser Şahîn, êrîşa ser Kobanê û gundewarê wê ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve şermezar kir û got: "Rûsya û Amerîka berpirsên vê êrîşê ne. Divê xelk baldar be, lewra dibe ku di demên bê de êrîş zêde bibin."
Şahîn herwiha ji bo hêzên garantor Rûsya û Amerîka diyar kir: "Berpirsyariyên wan mezin in. Êdî ji wan re her tişt zelal bû. Baş dizanin ku dewleta Tirk ji zêdetirî du salan ve dem demê komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne û bi giştî li hember wê bêdeng in."
Li gorî çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê doh 8ê Çileyê 2021ê bi şev artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, bajarê Kobanê û 6 gundên girêdayî wê topbaran kirin.
Di encamê de sivîlekî can da û 12 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn ku tê ragihandin, rewşa gelek ji birîndaran xeter e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin