Sandeke Amerîkî bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya
PeyamaKurd – Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich bi şandekê re, li Rojavayê Kurdistanê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.
Li gor zanyariyan, di civînê de piştevaniya aramiya navçeyê, rewşa kampan û proseya vegerandina biyaniyan ji kampan û şerê terorê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re hatin gotûbêjkirin.
Herwiha berpirsê Amerîkî bi hevserokê Desteya Pêwendiyên Karên Derve Bedran Çiya Kurd û çend berpirsên din yê rêveberiyê re civiya.
Hat ragihandin ku Bedran Çiya Kurd ji berpirsê Amerîkî xwestiye civaka Navdewletî di şerê li dijî terorê de, di warê alîkariyên mirovî û siyasî û aborî de piştevaniya wan bike û planên demdirêj ji bo kampa Hol û kampên din û malbatên DAIŞê amade bike.
Alîkarê Cêgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka jî destnîşan kir, wê hevkariya wan bi Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD), Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser re ji bo jinavbirina DAIŞê berdewam bibe.
Ethan Goldrich da zanîn, ew aramiya navçeyê gotûbêj dikin û giring e ku aramî û asayişa navçeyê bê parastin û Amerîka piştevaniya vê yekê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin