Sandeke frensî îro bi partiyên Rêveberiya Xweser re dicive
PeyamaKurd - Şandeke ji dîplomatên Wezareta Derve ya frensî ku niha bo serdanekê li Rojavayê Kurdistanê ye, îro li gel partiyên Rêveberiya Xweser dicive. Heman şande duh yekşemê bi partiyên Eniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiyabû.
Di yekemîn tevgera xwe ya li Rojavayê Kurdistanê de, ew şanda fransî ligel partiyên Eniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.
Li gorî nûçeya Rûdawê îro yekşemê şandeke Frensî ligel partiyên Eniya Niştimanî civiyaye. Şanda Frensî ji Wezareta Derve ya wî welatî bûye û di civînê de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyên taybet, biryar e îro duşemê şanda Fransî ligel partiyên li nav Rêveberiya Xweser bicive. Serdana wê şanda Fransî bo Rojavayê Kurdistanê û plana wan a bo pêkanîna civîn û hevdîtinên li gel partiyên Kurdî di demekê de ye, ku çend roj beriya niha şandeke
Li gor agahiyan, ew hewldanên Fransa û Amerîkayê bo piştgiriya li destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye.
Di van demên dawî de, hewldanên bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên li Rojava pêşveçûnên mezin bi xwe ve dîtine û gihîştiye astekê ku êdî hevdîtinên rasterast di navbera ENKSê û PYDê de dest pê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin